Tirkiye

Gola Masiyan a li Şanliurfayê çîl û sipî bû

Eşber Ayaydın, Rauf Maltaş  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 20.01.2022
Gola Masiyan a li Şanliurfayê çîl û sipî bû

Şanlıurfa

Berfa li Şanliurfayê barî Wargeha Gola Masiyan bi berfê xemiland.

Li bajêr berfa li herêmên bilind dibarî bi şev li navenda bajêr jî dest pê kir. Li navenda bajêr qalindahiya berfê gihîşt 25 santêmî.

Li bajêr çûyîn û hatina peya û wesayîtan gelekî kêm bû, hin ajokar jî di rê da man.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê bi 120 wesayît û 220 personelî va dixebite ku welatî tengasiyê nekişînin.

Rêbejaya Diyarbekir-Wêranşarê ji ber ku mesafeya dîtin kêm bû hat girtin.

- Gola Masiyan

Li Gola Masiyan a dîrokî, Kelha Şanlurfayê jî dîmenên xweşik derketin holê. Hin welatî li Wargeha Gola Masiyan geriyan û wêne kişandin.

Zarokan têra dilê xwe bi berfê lîst.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın