VAN / DIYARBAKIR / ADIYAMAN
Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê welatî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl bertekê nîşanî êrîşên rêxistina PKKê didin û dixwazin ew aramiya ku bi Pêvajoya Çareseriyê ve dest pê kiribû bila dewam bike.
Serokê Şaxa Egîtîm-Bîr-Senê ya Mûşê Mahîr Barişan daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir ku Pêvajoya Çareseriyê dilê merivan rihet dikir û merivan bi hêvî li pêşeroja xwe dinihêrt ji ber vê jî ev projeya aştî û biratiyê nebe qûrbana hesabê û berjewendiyê û wiha pê de çû: "Em ji hikûmeta nû ya ku wê bê avakirin hêvidar in ku wê makezagoneke maf û azadiyên herkesî dixe ewlehiyê bikeve rewacê. Ji bo Pêvajoya Çareseriyê biçe serî makezakoneke nû teqez hewce dike.
Barişkan destnîşan kir ku ji dewletê hêvîdar in û wiha dewam kir: "Bi îzna Xwedê hemû maf û azadiyên vî gelê hanê wê dîsa ji hêla vê dewletê ve bê dayîn. Qenaeta me wisa ye û em wisa jî bawer dikin. Em çek û tundiyê naxwazin lewra di vê meseleyê de dilê me ne rihet e. Divê PKK teqez çekan dayne ku berkemalbûn pêk bê."
Srokê Şaxa Komeleya Anadolu Geçlîkê (AGD) ya Mûşê Aydin Sûna jî ragihand ku PKK di bin siya çekan de xebatên xwe yên li ser feraseta gel dimeşîne û axaftina xwe wiha domand: "Di bin siya çekan de birêvebirina Pêvajoya Çareseriyê ne li gor mantiq e û mimkun jî nîne. Ewilî divê çek bên danîn û paşê jî çareserî bê destpêkirin."
Firat Başaranê ku esnaf e jî got: "Ev bûyerên ku di demên dawîn de diqewimin qet ne baş in. Em dixwazin xwîn nerije û ev şer û pevçûn bi dawî bibe. Polês be esker be hemû birayên me ne malbata me ne. Divê PKK çekan dayne."
Cengîz Taşdemîr jî bal kişand ser aramiya ku bi saya Serê Pêvajoyê ve di nav gel de bi cih bûbû û ew jî wiha axivî: "Ev 2-3 sal bûn ku xwîn nedirijiya. Di bûyerên dawîn de zirareke mezin gihîşt esker û polêsên me. Yên li serê çiya ne jî birayên me ne yên li deştê jî birayê me ne. Em dizwazin ev xwîn bisekine."
- "Em hemû di keştiyekê de ne û em ê bi hev re noq bibin"
Seyfî Seyhanê ku li Wanê rûdinê jî diyar kir ku ew êdî ji şer û pevçûnê aciz bûne, westiyane û bi kurd, tirk, elewî, ermenî, ereb û hemûn kesên din re di heman keştiyê de ne. Heke keştî avê hilde wê hemû bi hev du re noq bibin."
Evdilbaqî Yildirim jî di xeberdana xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiha pê de çû: "Heke aştî nebe rihetî jî tuneye. Em aştiyê û mirovahiyê dixwazin. Bila tu kes ne esker û ne polês û ne jî kesekî din neyê kuştin."
Cotkar Metîn Gultepe jî ragihand dema Pêvajoya Çareseriyê di rewacê de bû ew gelek rihet bûn û dixwazin ew rewş dewam bike.
Vesîle Barana ku li Diyarbekirê kevaniya malê ye jî got: "Bila dayik negirîn. Êdî bes e bila hin tişt bên kirin. Çima esker û polês dimirin? Hemû ciwan in, gune ye heyfa wan nîne? Bila çareserî dîsa dewam bike nedin sekinandin. Bila tu kes nemire."
Tûran Karaçalê ku ji Behra Reş ji bo gerê hatibû Diyarbekirê û qîza wî bûka bîngoliyan e jî destnîşan kir ku tirk kurd tiştekî wisa tuneye û herkes xwîşk û bira ne.
Esnaf Ahmet Sapmaz jî bûyerên ku di 6 û 7ê cotmehê de qewimîn bi bîr xist û got ku armanca wan ew e ku misilmanan li vê derê nehêlin.