Tirkiye

Gelek cisnên heywanên beyanî li çil û çiya û her wiha devî û daristanên Geliyê Munzurê dihêwirin

Sidar Can Eren  | 26.03.2026 - Rojanekırın : 26.03.2026
Gelek cisnên heywanên beyanî li çil û çiya û her wiha devî û daristanên Geliyê Munzurê dihêwirin

Tunceli

Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya li Tunceliyê bi siruşt û xwezaya xwe û her wiha bi dehl û deviyên xwe va li welêt ji jîngehên giring ên jiyana beyanî ye.

Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê ya ku bi qasî 42 hezar hektarî ye, ji parqên neteweyî yên herî mezin ên Tirkiyeyê ye.

Parqa neteweyî ya ku 8 kîlometre ji bajêr wêdatir dest pê dike û diçe digihîje navçeya Ovacikê, bi floraya xwe ya dewlemend, jiyana beyanî û her wiha cure û cisnên biyolojîk va balê dikişîne.

Bi hatina biharê ra li hin cihên parqa neteweyî, heywanên beyanî ji xewa çileyê hişyar bûn.

Her wiha pezkoviyên li bilindcihan û hirçên ji xewê hişyarbûyî, di nav daristanên darên maziyê da ketin ber kamerayê. Ji xeynî van, hin cureyên çivîkan jî ketin ber objektîfa wênegirê.

Ekîbên Şaxa Midûriyeta Giştî ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Tunceliyê jî kontrolên xwe didomînin ku heywanên li deverê ji nêçîrvaniya bi qaçaxî biparêzin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.