Foruma Malbatê ya Navneteweyî li Stenbolê dest pê kir

Istanbul
Foruma Malbatê ya Navneteweyî ya di çarçoveya Sala Malbatê ya 2025an da li ser daxwaza Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat îlankirin û Ajansa Anadoluyê (AA) jî şirîkê wê yê ragihandinê yê global e, li Stenbolê dest pê kir.
Forum li otêleke Şîşlîyê bi dirûşmeya "Malbata Me, Dahatûya Me" hat lidarxistin.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş, rêberên dînî yên ku Patrîkê Rûman ê Fenerê Bartholomeos jî di nav wan da ye, Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz, wezîrên 27 welatan ên ji malbatê berpirsiyar in, nûnerên saziyên navneteweyî, akademîsyen û endamên saziyên civakî yên sivîl beşdarî forumê bûn.
Di forumê da kurtefîlmeke ku mijara wê malbat e hat nîşandan û bernameyê bi xwepêşaneke bi navê "Reqsa Destanan" dewam kir.
Foruma ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî mazûvaniya wê dike wê bi panel û çalakiyên cuda va dewam bike.
Di forumê da mijarên wek talûkeyên kurewî yên li dijî sazûmaniya malbatê, bandora dîjîtalbûnê ya li ser malbatê, veguherînên çandî û meylên demografîk wê bên nîqaşkirin.
Tê payîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rûniştina girtinê ya forumê bike û jina wî Emîne Erdogan jî bi beşdarvanan ra bicive.