Fetlonekên li rojhilat yên ku ziwa bûbûn bi ava berf û baranê tijî bûn
Diyarbakir
AYDIN ARIK/HALÎL ÎBRAHÎM SÎNCAR/RIDVAN KORKULUTAŞ - Fetlonekên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên ku hişkesaliyê bandor li wan kiribû, bi ava berf û baranê ji nû va bi ser xwe va hatin.
Fetlonekên li Diyarbekir, Bîngol û Mêrdîna bajarên herêma ku ji hişkesaliya gerdûnî û guherîna avhewayê bi bandor in, ji ber kêmbûna berf û baranê, zêdebûna pileya germayê û hilmûgulmbûnê ya di çend salên dawîn da, gihîştibûn asta hişkbûnê.

Fetlonekên ku di mehên havînê da ji deştên derdorê avê didin wargeh û çêregehan, îsal di zivistanê da ji ber berfa zêde barî, ji bo demeke dirêj spî venixumîn.
Asta ava di fetlonekan bi helîna berfê û barana meha adarê va bilind bû.
Fetlonekên ku bi barînên demsalê ra, bi ser xwe va hatin di warê zêdebûna berhemdana di çandinî û ajeldariyê da bû hêvî û ji bo zîndewerên ku jê vedixwin bû ava jiyanê.
Dîmenên fetlonekên badayî yên li parêzgehên Diyarbekir, Bîngol û Mêrdînê ku 4 demsalan bedewiya herêmê zêde dikin ji asîman va bi droneyê hatin kişandin.

