Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê ji bo helîkoptera GOKBEY kurtefîlm amade kir
Ankara
Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê kurtefîlmek amade kir ku helîkoptera GOKBEY tê da serlîstikvan e.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Giştî, kurtefîlma helîkoptera GOKBEY ku bi derfetên xwemalî û milî hat hilberîn, li Fermandariya Hewageriyê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê hat kişandin.
Di berhemê da ya ku anîmasyon û dîmenên rasteqîn têkel in, geşedanên di pîşesaziya parastinê da tên balkişandin.
- 3 helîkopterên GOKBEY ên ewil ên hatin hilberîn radestî cendirmeyê kiribûn
3 helîkopterên GOKBEY ên ewil ên ji hêla TUSAŞê hatibûn hilberîn, li envantera Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê hatibûn zêdekirin û li wir dest bi wezîfeyê kiribûn.
Di bin emrê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê da halêhazir 5 helîkopterên GOKBEY hene.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
