Tirkiye

Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Bayraktaroglu teftîşa eskerên li ser sînorê Iraqê kir

Alper Şaşmaz  | 16.03.2024 - Rojanekırın : 17.03.2024
Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Bayraktaroglu teftîşa eskerên li ser sînorê Iraqê kir

Ankara

 Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu digel hinek fermandarên tumen û hidûd teftîşa eskerên herêmên baregeha Çiyayê Zinarê ya li ser sînorê Iraqê kir.

Di parvekirina li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Parastina Neteweyî da hat destnîşankirin ku Bayraktaroglu li Fermandariya 23yemîn Tumena Piyade ya herêma Baregeha Çiyayê Zinarê ya li herêma Operasyona Pençe-Şimşekê û li Fermandariya Tugaya Sînor a 48emîn a Gulyaziya Şirnexê geriya û teftîş kir.

Di parvekirinê da dîmenên ji dema teftîşa Bayraktaroglu jî hatin belavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.