Tirkiye

Fatma Ocalan diçe girava Îmraliyê

Xwişka Abdûlah Ocalan, Fatma Ocalan ji bo ku biçe Girava Îmraliyê û bi birayê xwe re hevdîtin bike çû Gemlîkê.

08.09.2014 - Rojanekırın : 08.09.2014
Fatma Ocalan diçe girava Îmraliyê

BÛRSA 
 
Xwişka Abdûlah Ocalan, Fatma Ocalanji bo ku biçe Girava Îmraliyê û bi birayê xwe re hevdîtin bike çû Gemlîkê.

Abdûllah Ocalan li gor benda 125emîn a Zagona Cezayê ya Tirk, ji ber "bêbextiya li dijî welêt" cezaya dardekirinê xwaribû, lê ji ber ku di çarçoveya zagonên lihevkirinê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) cezaya  dardekirinê hatibû rakirin û cezaye hepsê ya heta hetayê dabûn wî.

Xwişka Abdûllah Ocalan, Fatma Ocalan û xarziya wî Dîlek Ocalan, xizma Şeyhmûs Poyraz, Felez Cizlaşmak û xizma Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû çûn  Fermandariya Jendirmeyan a Navçeya Gemlîkê. 

Piştî ku mûameleyên Fatma Ocalan, yên keça wê û yên Cizlaşmak Û Odûncû qediyan dê ew biçin Girava Îmraliyê. 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.