ANKARA
Ezmûna Perwerdeya Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (ALES) dê sibê were kirin.
Ezmûn dê li 81 bajaran û li Lefkoşa û Bîşkekê di saet 09.30an dest pê bike. Ezmûn dê 150 deqîqeyan bidome.
Pûanên ALESê di saziyên perwerdeya bilind de ji bo hilbijartina namzedên endamê perwerdeyê, hîndekar, lêkolîner, pispor, perwerdeya lîsansa bilind û li derveyî welêt perwerdeya lîsansa bilind tên bikaranîn.
Di saziyên perwerdeya bilind de ji bo di programên sertîfîkaya mamostetiyê bicihbûnê de jî pûanê ALESê pêwîst e.