BITLÎS
Li Xelata navçeya Bidlîsê mamosteyê wêneyan Ercan Angay bi qetranê (qîr) wêneyên birûn çêdike.
Ercan Angayê ku li Dibistana Navîn a Herêmê ya Razemenî ya Ahlat Şehît Summanî Gorgenê mamosteyê wêneyan e bi qetran, toza mermeran û şîrêzê ve wêneyên xweşik çêdike û ev wêneyên wî bala welatiyan dikşîne.
Angay ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew kêfxweş e ku bi rê û rêbazên cuda ve berhemên hunerî çêdike û wiha dewam kir:
"Ez qetran, toza mermeran û şîrêzê ve wêneyên xwe çêdikim. Ewil ez li ser tuvalê wêneyê hêz dikim. Pişt re ez şîrêze li her aliyê wî dikim û bi toza mermeran ve dixemilînim. Herî dawîn bi qetranê ve boyax dikim. Bi vî awayî weneyekî nû derdikeve holê. Zede kes vê teknîkê nizanin, ez vê hunerê ji mamosteyê xwe hîn bûm."