Tirkiye

"Ez ê di hemû xebatên bixêr da ligel şaredaran cî bigirim"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ez ê di hemû xebatên bixêr yên ku ji bo bajêr û mirovên li wan bajaran dijîn bên kirin ligel şaredaran cî bigirim

Nihat Kavşut  | 11.09.2019 - Rojanekırın : 12.09.2019
"Ez ê di hemû xebatên bixêr da ligel şaredaran cî bigirim"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ez ê di hemû xebatên bixêr yên ku ji bo bajêr û mirovên li wan bajaran dijîn bên kirin ligel şaredaran cî bigirim.

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Şaredarên Bajarên Mezin da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got helbet dibe ku ji hêla siyasî va helwest û fikrên me cuda bin, lê ez bawer dikim ku wexta mesele were ser menfeetên mezin yên dewlet û gelê me ew xîret di me da heye ku em bi hev ra hereket bikin û wiha got: "Ez kêfxweş im ku bi şaredarên ku ji teror, rêxistinên terorê û bêhiqûqiyê dûr sekinîne ra hatime bal hev. Di vê dema ku welatê me ji her demê zêdetir pêwîstiya wê bi yekîtî û biratiyê heye ez vê tabloya ku derketiye holê girîng dibînim."

Erdogan got ku siyaseta bê xebat û bê berhem tenê dema bajar û însanên me û taqeta welatê me badilhewa dike.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li ser mijarên ku divê guherîna qanûnê çêbe li Parlementoyê, mijarên hewceyê biryarnameyê dikin li Serokomariyê der barê verastkirinên îdarî yên din da jî dikarin saziyên xwe yên eleqedar ra bixebitin û got ku ya girîng ew e ku hemû şaredarên me û partî bi awayekî samimî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Erdogan di xeberdana xwe da got ku ez ê di hemû xebatên bixêr yên ku ji bo bajêr û mirovên li wan bajaran dijîn bên kirin ligel şaredaran cî bigirim.

Serokomar Erdogan diyar kir dewrkirina wezîfeya şaredaran ji bona bi pey tiştên çûyî bikevin nîne ji bona ji bajaran ra xizmetên xweş û mayînde bên kirin çêdibe.

Erdogan destnîşan kir li ser nifirên mirovên ku danîn ber derî, canê wan êşiya, mala wan ser serê wan da xira kirin ne dikarin siyasetê ne jî xizmetê bikin.

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha peyivî: "Hewldana hevbeş ya ku em nîşan bidin wê gelê me hêvîdar bike. Ez hêvî dikim ku civîna me ji bona vê hedefa me ya lihevkirina demokratîk bibe pêngavek."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.