Tirkiye

"Ez beriya derketina çiya 10 rojan li avahiyê HDPyê mam"

Li Wanê jina ku beşdarî PKKya rêxistina terorê bû û piştî 3 meh din jî vegeriya got ku ew beriya beşdarbûna rêxistinê li Stenbolê 10 rojan li avahiya HDPyê ma.

Fatih Gazioğlu, Türkan Tosun  | 08.10.2019 - Rojanekırın : 09.10.2019
"Ez beriya derketina çiya 10 rojan li avahiyê HDPyê mam"

Van

Li Wanê jina ku beşdarî PKKya rêxistina terorê bû û piştî 3 mehan jî vegeriya got ku ew beriya beşdarbûna rêxistinê li Stenbolê 10 rojan li avahiya HDPê ma û paşê ji wir jî derbasî Şirnexê bû.

Z.Kya ku beşdarî PKKya rêxistina terorê bû û piştra pêşman bû û vegeriya mala xwe, li mehkmeyê behsa çîroka beşdarbûna xwe ya rêxistina terorê kir.

Der heqê Z.Kya jin ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" doz hat vekirin.

Rûniştina dozê li Mehkemeya Cezaya Giran ya 2yemîn a Wanê hat dîtin. Z.Kyê di îfadeya xwe da got ku navber wê û mirê wê baş nebû û wiha axivî:

"Xalê mêrê min her dem dihat mala me û diçû. Wî jî dizanibû navbera min û mêrê min ne baş e. Di gote min 'ma tu kole yî, tu çima vî zilamî qebûl dikî? Were beşdarî rêxistinê bibe, em ê te bişînîne bakurê Iraqê.' Ez di bin tesîre gotinên wî da mam û min biryar da ku herim."

Z.Kyê got ku ew ji ber zarokên xwe di serî da bêbiryar ma û wiha dewam kir:

"Gote min mereqê neke. Ez ê paşê zarokên te bişînime wê derê. Paşê bilêta min birîn û ez şandim Stenbolê. Li Stenbolê kesekî ku navê wî 'Rêber' bû pêşwazî li me kir. Wî em birin avahiya HDPyê û BDPyê. Li wir em bi hin merivan dan nasîn. Beriya derketina çiya 10 rojan em li awahiya HDPyê man. Em şev ji razanê jî diçûne malekê. Navê xwediya malê Turkan bû. Ew û dayika xwe li malê dijîn. Xwîşka wê jî nû beşdarî rêxistina terorê bibû. Dayika keçikê gelekî xemgîn bû."

- "Min got ji ber ku ez beşdarî PKKyê bûme poşman im"

Z.Kyê got ji ber ku ew poşman bûye çend caran xwestiye bireve, lê ew bi ser neketiye û wiha dewam kir: "Min her tim digot ez dixwazim vegerim, heke hûn destûrê nedin ezê xwe bikujim. Dawiya dawî terorîstekî berpirsyar gazî min kir û got xêra min ji wan ra tune û destûr da min ku ez herim. Roja din serokê navçeya HDPyê yê Şirnexê hat ku ez bi wî ra herim, lê ji min ra got 'tu yê poşman bibî'. Min jî got ji ber ku ez beşdarî PKKyê bûme poşman im. Em şevekê li mala serokê navçeyê man û paşê çûn maleke li Diyarbekirê. Jinika ku ez birim wê malê got ew li serokatiya bajêr a HDPyê wezîfedar e, heke hewcedariya min tiştekî çêbibe ez dikarim xwe bigihînim wê. Piştî demekê ji bo karê xwe yê jinberdanê divê ez biçûma Wanê, lê pereyê min tunebû. Ez çûm cem wê jinikê ku jê pereyan bixwazim, lê ew ne li wir bû."

Z.Kyê di îfadeya xwe da got di avahiyê partiyê da kesekî bi navê Murad ew hildaye û wiha dewam kir: "Ji min ra got ewê emanetekê hilde û ez birim malekê. Dema em ketin hûndir destên min girê da, laçikek xiste devê min û destdirêjiya min kir. Bi wî halî va ez xistim odeyekê. Paşê ji min ra got 'heke tu ji kesekî ra behsa vê bûyerê bikî ezê te heta Qendîlê bibim û bikujim.' Ez sîwarê otobêsekê kirim û ez şandime Wanê. Careke din tu karê min bi rêxistinê ra nema. Ji ber tiştên hatin serê min ez ji wan nefret dikim."

Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê di doza ji ber "endamtiya rêxistina terorê" ji bo Z.Kyê hatiye vekirin da biryar da ku ceza hilnede.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın