Tirkiye

Eyda Remezanê tê pîrozkirin

Nimêja Eyda Remezanê di çarçoveya mesafeya civakî û rêzikên hîjyenê da hat kirin.

Hilmi Tunahan Karakaya, Cüneyt Can  | 13.05.2021 - Rojanekırın : 14.05.2021
Eyda Remezanê tê pîrozkirin Abdullah Söylemez - AA

Erzurum

 Li Rojhilatê Anadoluyê welatiyan li gor tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) nimêja eydê kirin.

Li Erziromê welatiyan rûpêçên xwe dan ber dev û pozên xwe û berî xwe dan mizgeftan û nimêja eydê kirin. Ji ber tevdîrên Kovîd-19ê û mesafeya fizîkî di mizgeftan da cî nema û welatiyan li hewşa mizgeftan jî sef girtin.

Li Qers, Agirî, Îdir, Erzincan, Tuncelî û Erdexanê jî welatiyan ji ber tevdîran nimêja eydê li mizgeftên nêzî malên xwe kirin.

Turker Oksuzê Waliyê Qersê li Mizgefta Ewliyayê nimêja xwe kir û diyar kir ku bi hestiyarî Eyda Remezanê derbas dikin.

Oksuz got di siya nexweşiyê da eydê dikin, ji ber vê li ber xwe dikevin, eydî merivan nêzî hev dikin dibê qîmeta wan bizanibin û eyda gelê bajêr pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın