Eyda Qurbanê li tevahiya welêt bi coşeke mezin tê pîrozkirin

Ankara
Li paytextê gelek kesî nimêja Eyda Qurbanê li mizgeftên Kocatepe û Haci Bayram Veli kirin.
Li paytexta ku serê sibehê liv û tevgera nimêja eydê dest pê kir, welatiyan berê xwe dan mizgeftan.
Li mizgeftên Kocatepe û Haci Bayram Veli hin welatiyan li hewşa mizgeftê nimêj kirin.
Misilmanên ji welatên cuda bi cilûbergên xwe yên kevneşopî beşdarî nimêjê bûn, hin welatiyan jî zarokên xwe bi xwe ra birin nimêjê.
Her wiha di xutbeya eydê da welatî hatin hişyarkirin ku di dema şerjêkirina qurbanê da eziyetê nedin heywanan û ji bo paqijiya derdorê hesas tevbigerin.
Piştî nimêj, xutbe û diayan welatiyan eyda hev pîroz kir.
Di hewşa mizgeftan da loqim û çîkolata hatin îkramkirin.
Di yekem roja Eyda Qurbanê da serê sibehê welatiyan ji bo nimêja eydê berê xwe dan mizgeftan. Welatî her wiha hevdu hemêz dikin û eyda hev pîroz dikin û bi wî awayî xweşî û şahiya eydê hîs dikin.
Li paytext Enqereya ku serê sibehê liv û tevgera nimêja eydê dest pê kir, welatiyan berê xwe dan mizgeftan.
Ji hin welatiyên çûn mizgeftên Kocatepe û Haci Bayram Veli, li hewşa mizgeftê nimêj kirin.
Misilmanên ji welatên cuda bi cilûbergên xwe yên kevneşopî beşdarî nimêjê bûn, hin welatiyan jî zarokên xwe bi xwe ra birin nimêjê.
Her wiha di xutbeya eydê da welatî hatin hişyarkirin ku di dema şerjêkirina qurbanê da eziyetê nedin heywanan û ji bo paqijiya derdorê hesas tevbigerin.
Piştî nimêj, xutbe û diayan welatiyan eyda hev pîroz kir.
Di hewşa mizgeftan da loqim û çîkolata hatin îkramkirin.
- Stenbol
Li Stenbolê jî di mizgeftan da nimêja Eyda Qurbanê bi qelebalixiyeke mezin hat kirin.
Welatiyên xwestin nimêja eydê li mizgeftên Ayasofyaya Kebîr, Fatih, Suleymaniye, Sultanahmet, Eyupsultan, Taksîm û Çamlicaya Mezin bikin, bi wextê nimêja sibehê ra berê xwe dan mizgeftan.
Gelek kesên ku turîstên xwemalî û biyanî jî di nav da bûn û xwestin nimêja eydê li Mizgefta Ayasofyaya Kebîr bikin, ketin dorê da ku bikevin mizgeftê.
Hin turîstên biyanî bi cilûbergên xwe yên herêmî û hin welatî jî tevî zarokên xwe çûn mizgeftê.
Li mizgeftan piştî nimêjê, xutbeya eydê hat dayîn. Di xutbeyê da giringiya îbadeta qurbanê hat destnîşankirin û hat balkişandin ku serjêkirina qurbanê û belavkirina goştê wê divê li gorî usûla xwe were kirin.