Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê teqîna li enqereyê de wiha axivî: "Delîlên saxlem nîşan didin ku êrîş bi destê 2 êrîşvanên xwekujiyê hatiye kirin."
Serokwezîr Davutoglu der barê êrîşa terorê ya ku li Enqereyê qewimî da li Qesra Çankayayê daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku ev êrîş li dijî hemû welatê me hatiye kirin û wiha dewam kir: "Welatê me, gelê me û demokrasiya me bi êrîşeke terorî ve wek hedef hat hilbijartin. Ev êrîş bi tu awayî ne li dijî komekê, ne li dijî wan kesên ku beşdarî wê mitîngê bûn û ne jî li dijî komeke siyasî bû. Ev êrîş li tevahiya welatê me hat kirin."
Davutoglu axaftina xwe wiha domand: "Me biryar hilda û ji bo hemû welatiyên me yên ku mirin, polês, gundparêzên me yên ku cangorî bûn, 3 roj şîna neteweyî bê îlankirin.
Delîlên saxlem nîşan didin ku êrîş bi destê 2 êrîşvanên xwekujiyê hatiye kirin.
Welatê me, gelê me û demokrasiya me bi êrîşeke terorî ve wek hedef hat hilbijartin. Ev êrîş bi tu awayî ne li dijî komekê, ne li dijî wan kesên ku beşdarî wê mitîngê bûn û ne jî li dijî komeke siyasî bû. Ev êrîş li tevahiya welatê me hat kirin.
Ev êrîş li dijî hizûr û îstiqrara welatê me hatiye kirin. Ev êrîş li dijî hemû welatiyên me hatiye kirin. Ez bawer dikim ku hemû welatiyên me vê êrîşî li dijî malbat û ewladên xwe dibînin.
Ji vê yekê bawer bin ku ev êrîş ji hêla kê ve hatibe kirin, kîjan rêxistinê piştgirî dabe wan, kîjan hêzên veşarî ku li pişt wan sekinîbin û piştgirî dabin wan ewê hemû bên derxistin û cezayê ku heq dikin emê bidin wan û ewê teslîmî hiqûqê bên kirin.
Ez dixwazim carekê dîsa bangî serokên siyasî bikim: Terorê li gor kesên ku kirine nenirxînin, li gor mexdûran nenirxînin. Hemû mexdûrên terorê mexdûr in û parastina hiqûqa hemûyan wezîfeya me gişkan e. Kî terorê dike bira bike sûcdar e, kesên ku qetlîamê bikin dijminê mirvahiyê ne. Li dijî wan em bi hev ra bisekinin.
Em li dijî terorê helwesteke hevbeş nîşan bidin û bangeke hevbeş bikin. Di vê çarçoveyê da dixwazim bi Birêz Kiliçdaroglu û Birêz Bahçelî ra dîsa bêm bal hev.
Ez wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê ku di nav van şert û mercên zor de ev berpirsyarî hildaye ser xwe, bangî hemû partiyên siyasî dikim û dibêjim îro tam roja parastina demokrasiya me ye, ez bi bîr dixim ku parastina gelê me û welatê me berpirsyariya me hemûyan e. Di vê çarçoveyê de bila hemû lîderên partiyên siyasî hay ji axaftin, gotin û îfadeyên xwe de hebin û ji tehrîqê dûr bisekinin, nebin sedema heyfhildana di nav gel de. Ez vê bangewaziyê pêwîst dibînim.
Ez hêvî dikim ku vê bûyera biêş bibe wesîle ku yekîtî û hevgirtina me zexm bibe, der barê pêşeroja welatê me da hişmendiya qedera hevbeş zêde be, Tirkiye ji terorê azade be, li Rojhilata Navîn teror çênebe û dinyayeke ku ji terorê azade ava bibe.
Ez naxwazim van rojan têkevim polemîkên siyasî lê ku birêz Kiliçdaroglu û CHP tevlî vê hikûmetê bibûna di mijara têkoşîna dijî terorê da ku piştgiriya herî mezin bidana, me dikaribû ev bara bi hev ra rakira, bi hev ra welat bibira hilbijartinê.
3 meh in leşker û gundparêzên me cangorî dibin, gelek sivîl ji ber bombe û teqemeniyên PKKyê dimirin. Meriv van tiştan nebîne û li holê hê agahî tunebin, bi serokê giştî yê partiyeke di parlementoyê da nakeve ku rabe û der barê kesên ku êrîş kirine da hikûm bide. Ev bi eşkereyî tehrîq e. Ez ji vir bangî hemû welatiyan dikim ku tehrîq nebin. Birêz Demirtaş çawa di bûyerên 6-7ê cotmehê da tehrîq kir, îro jî wisa dike ku gel derkeve kolanan.
Ji min ra di serî da qala bûyîna bûyerê kirin. Heke kêmasiyek an jî zaefiyetek hebe ji bo ku di van mijaran da lêkolînên ku hewce dikin bên kirin min telîmat da. Ji bo çareserkirina van kêmasiyan çi tevdîr hewce dikin emê bikin. Heke îxmal hebe emê ji bo wê gavên ku hewce dikin biavêjin. Bira tu kes ji vê nekeve şikê.
Herî zêde êrîşkarekî xwekujiyê ku bi DHKP-Cê re têkîldar bû li Stenbolê hat girtin, êrîşkarekî xwekujiyê yê din jî li Enqereyê, bi taybetî jî ew tam di nav amadehiyên êrîşa ku wê li hemberî mensûbên darazê li dar bixista de bû hat girtin. Ev hemû yek jî nîşanî me didin ku bi van êrîşan ve Tirkiye ji xwe re kirine hedef. Li ser yek komekê û ser yek hêzekê na li ser komên din ve êrîşên terorî tên kirin û dixwazin ku îstiqrar û demokrasiya Tirkiyeyê tehdîd bikin."
Serokwezîr Davutoglu der barê daxuyaniyên Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş da jî wiha got: "Heger bi van daxuyaniyên xwe yên bêberpirsiyar wisa difikire ku em ê dev ji têkoşîna dijî terorê berdin û dev ji tevdîrên ewlehiyê berdin, şaş e. Em li Enqere û Hekariyê be jî têkoşîna li dijî terorê berdewam dikin. DAEŞ, DHKP-C, PKK û El Qaîde jî bike, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kî ji bo hizûra welatê me xera bike çekan hilde, ji bo hizûra welatiyên me xera bike bombeyan biteqîne yan jî çalakvanê xwekujiyê bişîne, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Meseleya Demirtaş têkoşîna li dijî terorê nîne, parvekirina xem û êşa welatiyan jî nîne. Dilê me dişewite, her kes vê dizane. Meseleya wî ew e ku agirê di dilê me da bike agirê ku bi welêt dikeve. Lê ez bawer im ku welatiyên me yên ji dil ên ku rayê didin HDPyê wê vî zimanê dualî yê Demirtaş ceza bikin û helwesta ku hewce dike nîşan bidin.
Heke ew ji ser jana welatiyên me yên ku di êrîşa terorî ya îro de can dan banqewaziya şerê navxweyî dike û dibêje 'sûcê dewletê yê li hemberî gel e' û gelê me li hemberî dewletê sor dike wê demê ew tevgerek e ku wê bi hiqûqî jî di wîcdana gel de jî bê darizandin. Li tu dereke dinyayê tu hêleke siyasî, di dewleteke modern û nûjen de li hemberî êrîşa terorî berê xwe nade dewletê û nabêje ev aîdê dewletê ye. Ji ber ku endamê Meclisê ye ez dibêjim dewletê sûcdar nake terorîstan sûcdar dike.
Di axaftina birêz Demirtaş da tiştên wehîm hene. Miletê biryarê bide ku yê çi biavêjin zendê me. Ji aliyê hiqûqî va jî em her tim amade ne ku hesab bidin. Lêbelê yên ku ji bo hesabdayînê amade nînin, gel gazî îsyanê dikin, dibêjin 'Ezê der heqê parlementerên ku beşdarî cinazeyê terorîstan nebin lêpirsînê bidim destpêkirin', eşkere dibêjin 'Min pişta xwe daye rêxistina terorê', dema ku 2 polêsên me di mala xwe hatin kuştin digotin 'Ji bo 2 polêsan ev qas operasyon çi lazim e', di pişt peyva aştiyê da ji bo polêsê me yê ku do li Diyarbekirê li pêşiya çavên jina wî ya ducanî û qîza wî ya 3 salî hat kuştin tutiştek negotin, di dilê gel da hatin kelepçekirin. Wijdana birêz Demirtaş hatiye kelepçekirin. Îzana birêz Demiraş hatiye kelepçekirin. Ez li vê derê me. Kesê ku hesab birise heye bira keremke ez li vê derê me. Li Enqereyê me, li Diyarbekirê me, li Qonyayê me. Li her aliyên Tirkiyeyê me."
news_share_descriptionsubscription_contact
