10 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2015
Serokê Gişkî yê KESKê Lamî Ozgen der barê teqîna ku li Enqereyê li tanga pireya ku diçe gara trênê qewimî da got, "Ev wehşet e".
Ozgen der barê teqîna ku li Enqereyê qewimî da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Ozgen ji bo bûyerê got, ""Ev wehşet e" û wiha axivî: "Ev qetlîama 10 qat ji qetlîama Sirûcê mezintir li vê derê, li navenda Enqereyê, li pêşiya Gara Enqereyê di nav girseya me da qewimî. Bi sedan birîndar û mirî hene."