Tirkiye

Esenyurta navçeya Stenbolê ji 57 parêzgehan qelebalixtir e

Esenyurta navçeya Stenbolê ya nifûsê wê ji milyonekê bihurî, bi serjimara xwe ya zêde va nifûsê 57 parêzgehên Tirkiyeyê derbas kir

Mert Davut  | 10.02.2026 - Rojanekırın : 10.02.2026
Esenyurta navçeya Stenbolê ji 57 parêzgehan qelebalixtir e

Ankara

 Esenyurta navçeya Stenbolê bi nifûsê xwe yê par ê milyonek û 3 hezar û 905 kesî va taybetiya xwe ya qelebalixtirîn navçeya Tirkiyeyê didomîne.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) berhev kir, nifûsê welêt di 2025an da li gorî salek berê 427 hezar û 224 kes zêde bû û derket 86 milyon û 92 hezar û 168 kesî.

Nifûsê Stenbola ku ji sedî 18,3yê Tirkiyeyê niştecihê wê ye, di heman serdemê da gihîşt 15 milyon û 754 hezar û 53 kesan, her wiha navçeya wê ya Esenyurtê jî xusûsiyeta xwe ya qelebalixtirîn navçeya Tirkiyeyê domand.

Li Esenyurtê di 2025an da hejmara şêniyan gihêşt milyonek û 3 hezar û 905 kesan û bi vî awayî li Tirkiyeyê cara ewil nifûsê navçeyekê ji milyonekê bihurî.

Esenyurtê bi vê nifûsa xwe va serjimara 57 parêzgehên Tirkiyeyê derbas kir. Di nav wan parêzgehan da yên ku nifûsa wan li dû ya Esenyurtê ma, bajarên mezin ên wekî Eskişehir, Mêrdîn, Trabzon, Meletî û Erzirom jî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın