06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 06 Nîsan 2016
BAKU (AA) - Azerbaycanê diyar kir ku rageşiya navbera Azerbaycan û Ermenistanê da dewam dike, Azerbaycan li gor mitaqabata agirbestê tevdigere; lê Ermenistan agirbestê îxlal dike.
Wezareta Parastina Azerbaycanê wiha daxuyand, em li gor mitabaqata rawestandina operasyonan tevdigerin herwiha Azerbaycan mewziyên xwe yên li herêmên ku hatin rizgarkirin bihêztir dike.
Di daxuyaniyeke din a wezareta parastinê da hat ragihandin ku artêşa Ermenistanê li sînor û ser xeta eniyê 115 caran agirbest îxlal kir, herwiha artêşa Azerbaycanê jî 120 carî bersiv da.