Tirkiye

Erdogan: "Tirkiye ji vî alî va parêzvanê ber deriyan nîne"

Ali Bayaslan  | 19.09.2021 - Rojanekırın : 20.09.2021
Erdogan: "Tirkiye ji vî alî va parêzvanê ber deriyan nîne"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya 76em a Neteweyên Yekbûyî bibe, çû Amerîkayê û beriya ku biçe jî li Balafirgeha Ataturkê civîna çapemeniyê li dar xist.

Erdogan li ser pirsa mijara zêdebûna pereyê kirêyan û cudabûna bihayê marketên zincîr wiha got, "Heke sûîstimal hebe, hevalên min ên wezîr ên berpirsê vê wê van ji nêz va bişopînin û em ê pêşî li ber vê zilmê bigirin. Bi taybetî di mijara wargehan da li Tirkiyeyê veberhênanên ku heta niha tu îqtidarê nekirine, me kirin. Em ê cudabûna bihayên marketên zincîr jî kontrol bikin û ferqa navbera bihayên pir zêde jî em ê demildest ji holê rakin."

Erdogan derbarê alîkariyên mirovî yên ku ji bo Efxanistanê tên dayîn da jî got ku di mijara alîkariya mirovî da tu wextî tereduta wan çênabe.

Serokomar Erdogan li ser pirsa kêmkirina benda hilbijartinê da jî wiha got: "Em hêvî dikin ku înşeallah em ê bi awayekî pir cuda têkevin hilbijartina 2023yan."

Erdogan li ser mijara koçberan jî sekinî û got ku di zîrveya serokan da helbet ew ê di mijara koçberan da peyama xwe bidin, lewra bar û qehrê vê yê herî mezin li ser milê Tirkiyeyê ye.

Erdogan li ser pirsa korîdora Naxciwanê jî wiha bersiv da "Ev pirsgirêka di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da bi vebûna vê korîdorê va înşelah dê were çareserkirin."

Erdogan li ser daxuyaniyên Miçotakis jî sekinî û got, "Gavên divê ku werin avêtin, divê kesên hember bavêjin. Heke em wan gavan nebînin jî em ê biryarê bidin û li gor wê jî em ê gavan bavêjin. Tirkiye ji vî alî va parêzvanê ber deriyan nîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın