Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

Erdogan: "Me qadeke bi qasî 1500 metroçarçik ji zordestiya rêxistinê rizgar kir"

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Tenê di nava 9 rojan de hinek ji wan ast bala, me 765 terorîst berteref kir û qadeke bi qasî 1500 metroçarçik me ji zordestiya rêxistinê rizgar kir."

Ahmet Aydın  | 20.10.2019 - Rojanekırın : 21.10.2019
Erdogan: "Me qadeke bi qasî 1500 metroçarçik ji zordestiya rêxistinê rizgar kir"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Tenê di nava 9 rojan de hinek ji wan ast bala, me 765 terorîst berteref kir û qadeke bi qasî 1500 metroçarçik me ji zordestiya rêxistinê rizgar kir."

Serokomar Erdogan li Qada Çalakiyê Perava Maltepeyê, beşdarî 11emîn Rojên Danasîna Rîzeyê ya ku Federasyona Komeleyên Îstanbul Rîzeyê (RİDEF) di hîmayeya Walîtiya Rîzeyê, li dar xist, bû.


Erdogan got, "Di jiyana xwe ya siyasetê ya 40 sale de, me qet herêmgêrî nekir. Ne di nava mirov û ne jî di nava bajarên xwe de, me ti cudakariyek nekir."

"Emê bihêlin ku hertim serê gelê Tirk û Tirkiyeyê bilind be"

Serokomar Erdogan got, "Bêguman emê welatê xwe bigihînin armanc û xewnên wê. Emê bihêlin ku hertim serê gelê Tirk û Tirkiyeyê bilind be. Emê ti carî nehêlin ku ev millet pak ê ku dîroka wê bi serkeftinên serfiraz tije ye, di sehneya siyasetê de hêvîşikestî bibe."

Erdogan anî ziman ku devlet çiqas biryardar be jî, heke civaka sivîl ne piştevan be, ti şansê têkoşînekê tune ku serkeftî be û wiha pê de çû:

"Tirkiye îdî ew Tirkiyeya berî nuha bi 17 salan nîn e. Dema ku mayindeya welatê me, aramiya gelê me mijara gotinê be, em nabin muhtacê îcazeta kesekî."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku bi Herekata Kaniya aşitiyê careke din sekna bê destberdarî ya welat derket holê û bal kişand ser 120 seata ku navber dane herekatê û got, "Heke ev tetbîq bû, çi xweş, lê heke nebû, dema 120 seat qediya emî dîsan herekatê ji cihê mayî bidin dewamkirin."

"Me qadeke bi qasî 1500 metroçarçik ji zordestiya rêxistinê rizgar kir"

Erdogan got, "Tenê di nava 9 rojan de hinek ji wan ast bala, me 765 terorîst berteref kir û qadeke bi qasî 1500 metroçarçik me ji zordestiya rêxistinê rizgar kir."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın