Tirkiye

Erdogan: Em bi biryar in ku doza xwe ya Filistînê heta dawiyê biparêzin

Ahmet Sertan Usul  | 24.11.2021 - Rojanekırın : 24.11.2021
Erdogan: Em bi biryar in ku doza xwe ya Filistînê heta dawiyê biparêzin

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand ew bi biryar in ku doza xwe ya Filistînê heta dawiyê biparêzin û wiha got: "Wek welatên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) divê em dev ji her tevgera zirarê bide doza Filistînê berdin."

Erdogan peyameke vîdeoyê şand Civîna Wezîran a 37emîn a Komîteya Daîmî ya Hevkariya Aborî û Tîcarî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ).

Ji bo mêvanên hatine Stenbolê Erdogan kêfxweşiya xwe anî ziman û got bila ji bo alema Îslamê û welatan li ser xêrê be.

Serokomar Erdogan Sekreterê Giştî yê THÎyê Huseyîn Îbrahîm Tahayê ku hefta çûyî dest bi wezîfeyê kir jî pîroz kir.

Erdogan behsa tesîra Kovîd-19ê ya li ser aboriya kurewî jî kir û got di rewşeke wiha da em mazûvaniya konferansa THÎyê dikin û wiha axivî: "Di konferansê da me behsa xurtkirina çandiniyê, teşwîqkirina pêşketina gundewariyê, rêlibergirtina îsrafê ya xwarinê, bikaranîna avê û ewlehiya xurek kir.

- "Divê em dev ji her tevgera zirarê bide doza Filistînê berdin"

Der barê mijara Filistînê û tevgerên Îsraîlê da jî Erdogan wiha got: "Em bi biryar in ku doza xwe ya Filistînê heta dawiyê biparêzin. Wek welatên THÎyê divê em dev ji her tevgera zirarê bide doza Filistînê berdin. Divê em ji polîtîkayên Îsraîlê yên li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava dereqanûnî cih û waran çêdike, hildewîşîne, bi zorê dide koçkirin û texliyekirinê ra bibêjin bes e."

- "Em rewşa Tirkên Uygur û Misilmanan bi hesasiyeke mezin dişopînin"

Serokomar Erdogan li ser mijara Tirkên Uygur û Misilmanên zilm li ser wan tê kirin jî sekinî û wiha axivî: "Em rewşa Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Uygurê ya Sîncanê ya Çînê û Misilmanan bi hesasiyeke mezin dişopînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.