CAKARTA
Serokmar Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Endonezyayê qedand bi balafira xwe ya taybet a bi navê "TUR"ê ve derbasî Pakistanê bû.
Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê Retho Marsûdî û balyozê Cakartayê yê Tirkiyeyê Zekeriya Akçam û rayedarên din li Balafirgeha Halîm Perdanakûsûma Serokomar Erdogan rêwî kirin.
Bi Serokomar Erdogan re xanima wî Emîne, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ferîdun Bîlgîn derbasî Pakistanê bûn.
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî û tevlî 100 karsazên ku pê re bûn jî piştî hevdîtinên li Çîn û Endonezyayê vegeriyan Tirkiyeyê.