Erdnîgariya Kapadokyayê ji fîlman ra dibe baregeh
Nevsehir
BEHÇET ALKAN - Li Kapadokyaya ku heta niha mazûvaniya gelek fîlm, rêzefîlmên televîzyonê û belgefîlman kiriye, bi piştgiriya Ajansa Geşepêdana Ahîlerê (AHÎKA) platoyeke fîlman dê were avakirin da ku beşdarî aboriyê, pêşvebirin û îstixdamê bibe.

AHÎKA armanc dike ku potansiyela danasîna navneteweyî ya Kapadokyayê, ku bi taybetmendiyên xwe yên erdnîgarî û dîrokî di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê da ye, zêde bike û ne tenê di geştiyariyê da, lê di heman demê da di pîşesaziya fîlm û televîzyonê da jî bike navendeke balkêş.
Di çarçoveya "Înîsiyatîfa Geşepêdana Herêmî" ya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da, avakirina platformeke fîlman li Kapadokyayê dê hilberînên neteweyî û navneteweyî bikişîne herêmê û ev yek dê bihêle ku dewlemendiyên xwezayî û çandî yên Kapadokyayê bigihêjin temaşevanên berfirehtir.
Sekreterê Giştî yê AHÎKAyê Bekir Varol ji nûçegihanê AAyê ra got ku Kapadokya, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend, ji bo kişandina fîlman di kategoriyên curbecur da wekî platformeke siruştî kar dike û ew ê piştgiriyê bidin wê yekê ku ev bibe marqe.
Varol destnîşan kir ku dê li deverên cuda piştgirî û teşwîqên curbecur werin peydakirin da ku veberhênerên neteweyî û navneteweyî ji projeyê sûd werbigirin.

