Enqere navend li 9 bajaran di operasyona sextekariyê da 25 kes hatin tewqûfkirin
Ankara
Enqere navend li 9 bajaran bi îdiaya ku xwe wekî "polês û dozger" didin nasîn û sextekariyê dikin, 28 gumanbarên endamê rêxistina sûc hatin binçavkirin û miqamên edlî biryara tewqûfkirina 25an da.
Di kordîneya Buroya Sextekarî û Xapandinê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da ekîbên Amirtiya Buroya Sextekariyê ya Midûriya Şaxa Asayîşê li dijî rêxistinên sûc xebateke berfireh da destpêkirin.
Li gor tesbîtê gumanbar bi rêxistinî, plankirî tev geriyane, di nava xwe da karbeşî kirine ku sextekariyê bikin, bi tirsandinê pere û zêrên mexdûran ji wan standine û ji bo neyên girtin jî şawqe dane serê xwe û maske dane ber rûyê xwe.
Her wiha li gor tesbîtê hin mexdûran bi gotina gumanbaran kirine û pere razandinê ser hesabê bankeyê yê rêxistina sûc.
Li gorî delîlên bidestxistî, Enqere navend li Stenbol, Kocaelî, Bursa, Samsun, Tokat, Şanliurfa, Edene û Elezîzê di heman demê da operasyon hat hat kirin.
28 gumanbarên ku hatin binçavkirin, piştî kar û barên li ewlehiyê sewqî miqamên edlî kirin. Ji gumanbaran biryara tewqûfkirina 25an hat dayîn, 3 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
