Enqazê balafira ku li tepa Çiyayên Kaçkarê ket, hat dîtin

Rize
Waliyê Rîzeyê Îhsan Selîm Baydaş diyar kir, ew di saet 06.24an da gihîştin ser enqazê balafira ku li tepa Çiyayên Kaçkarê ket.
Baydaş li mêvanxaneya Mizgefta Gundê Çîftekopruyê yê li ser navçeya Îkîzdereyê pêşiya navenda navenda krîzê daxuyanî da rojnamegeran. Baydaş diyar kir ku duh êvarê dora saet 18.00î ji 112ê ra êxbarek hat ku balafireke sivîl winda bûye û balafir ji Sîvrîhîsara Eskîşehirê rabû û wê li Balafirgeha Rîze-Artvînê daniya.
Baydaş got "Di saet 06.24an da Tîma JAKê ya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Cendirmeyan û ekîba ÎDAKê ya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Îkîzdereyê balafir dît. Balafir li tepa Çiyayên Kaçkarê cihekî ye. Rewşa jinika rêwî ya balafirê baş e, lê mixabin pîlot miriye.
Hîcran Kayaya ku di balafirê da rêwî bû û birîndar ji qezayê filitî, bi firokeya eskerî anîn Navenda Ambulansa Esmanî ya Bajarê Erziromê û ji vir jî bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.