Tirkiye

Endama jin a herî payebilind a PKKyê bi operasyona MÎT û TSKyê va hat berterefkirin

Bi operasyonê va Nazîfe Bîlana navê wê yê kod "Hacer Guyî/Hacer Hîlal" e û endama qaşo konseya rêvebirinê/komîteya serokatiyê ya KCKyê ye hat berterefkirin.

Türkan Tosun  | 30.03.2020 - Rojanekırın : 31.03.2020
Endama jin a herî payebilind a PKKyê bi operasyona MÎT û TSKyê va hat berterefkirin

Ankara

Nazîfe Bîlana endama qaşo konseya rêvebirinê/komîteya serokatiyê ya KCKyê ya ji şaxeke PKKya rêxistina terorê ya biryaran dide ye, bi operasyoneke hevpar a Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Artêşa Tirkiyeyê (TSK) va hat berterefkirin.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê MÎT û TSKyê li Qendîlê operasyoneke hevpar kirin.

Ji bo ku sivîl tesîrê nebînin beriya operasyonê xebatên berfireh hatin kirin.

Bi operasyonê va Nazîfe Bîlana navê wê yê kod "Hacer Guyî/Hacer Hîlal" e û endama qaşo konseya rêvebirinê/komîteya serokatiyê ya KCKyê ye hat berterefkirin.

Çavkaniyên ewlehiyê daxuyandin Bîlen endama jin a herî payebilind e ku heta niha keseka jin a qasî wê payebilind nehatibû berterefkirin.

- Nazîfe Bîlen

Nazîfe Bîlen ji 6 endamên aktîf ên qaşo komîteya serokatiya KCKyê yek e.

Bîlenê li Lubnan û Sûriyeyê ji serokê PKKya rêxistina terorê Abdullah Ocalan perwerdeya siyasî û eskerî hilda û paşê di nav wan rêvebirên tevgera jinan a PKKyê avakirin da cih girt.

- Tesîrên operasyonê

Pisporan daxuyandin berterefkirina Bîlenê û operasyona hat kirin wê di nav pergala jinan a PKK/KCKyê da bibe sedema xemginiyê û morala wan wê xirab bibe.

Hat gotin li Iraqê pergala jinan a KCKyê cara ewil e keseka wiha payebilind winda dike, di nav demeke kin û navîn da wê encamên vê bêne dîtin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın