Endamên çapemeniyê yên Afrîkayî nûçeyên AA û TRTyê dişopînin

Istanbul
Endamên çapemeniyê yên Afrîkayî yên beşdarî Lûtkeya Çapemeniyê ya Tirkiye-Afrîkayê ya bi wesîleya Roja Afrîkayê hat kirin, bûbûn gotin ku ew nûçeyên AA û TRTyê dişopînin.
Lûtkeya Çapemeniyê ya Tirkiye-Afrîkayê bi wesîleya Roja Afrîkayê va ji alî Serokatiyê Ragihandinê ya Serokomariyê va hatibû organîzekirin û ji 45 welatên Afrîkayê endamên çapemeniyê, hîndekar, dîplomat, nûnerên taybet ên saziyên sivîl û saziyên taybet beşdar bûn.
Bi lûtkeyê va hat xwestin ku bila di navbera endamên çapemeniyê yên Tirkiye û Afrîkayê da hevkarî zêde bibe û tecrûbe bên parvekirin.
Îsmaîl Mixtar Omerê Dîrektorê Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Somaliyê têkiliyên Tirkiyyê yên bi welatên Afrîkayê ra û lûtkeyên nirxand û got: "Ajansa nûçeyan a me bi AA û TRTyê ra hevkariyê didomîne. Em bi tenê ne nûçeyên der heqê Somaliyê da em nûçeyên der heqê dinyayê da jî ji AAyê hildidin."
- "AA û TRT nûçeyên girîng radigihînin"
Ji rojnameya Tanzanya Daily Newsê Evdila Adinadî Myusa jî got ku lûtke bi tenê di qada çamepeniyê da na di qada pêşvebirina siyasî da jî bi kêr hat û wiha domand: "Ez ji ber ku vexwendî vê lûtkeyê hatim kirim, spas dikim. AA û TRT nûçeyên girîng parve dikin û radigihînin û ev jî bi kêrî têkiliyên Tirkiye û Afrîkayê tên."
Rojnamegerê Gîneyî Îbrahîm Kamara jî destnîşan kir ku di lûtkeyê da der heqê Tirkiye û Afrîkayê da gahiyên girîng hîn bû.
Di roja ewil a lûtkeyê da ji bo pêşvebirina yekîtiya di qada çapemeniyê da bi Ajansa Nûçeyan a Nîjeryayê (NAN) û AAyê da peymana hevkariyê hat îmzekirin.
Midûrê Giştî yê NANê Bukî Ponbe diyar kir ku wan bi AAyê ra peymana hevkariyê îmze kir û ragihand ev yek jî ji bo pêşvebirina têkiliyan gaveke girîng bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.