Tirkiye

Encamên bicihkirina ezmuna YKS-2025an eşkere bûn

Buğrahan Ayhan  | 25.08.2025 - Rojanekırın : 26.08.2025
Encamên bicihkirina ezmuna YKS-2025an eşkere bûn

Ankara

Serokê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) Prof. Dr. Bayram Alî Ersoy daxuyand ku encamên bicihkirina Ezmuna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS) 2025an li ser malpera "ykssonuc.osym.gov.tr"yê hatin eşkerekirin.

Ersoy li ser hesabê xwe NSosyalê wiha got: "Namzedên hêja, encamên bicihkirina YKS 2025an eşkere bûn. Hûn dikarin encaman li ser malpera "ykssonuc.osym.gov.tr" ya OSYMyê ​​bibînin. Ez hêvî dikim ku encam ji bo we, malbatên we û welatê me bi xêr bin û ez ji her yekî we ra serkeftinên bêhempa dixwazim. Birayên min ên hêja, qeydkirina zanîngehan wê di navbera 1-5ê Îlona 2025an da çêbibe."

Namzed wê bikaribin bi reqemên nasnameyên xwe yên T.C.yê va li ser navnîşana "ykssonuc.osym.gov.tr"yê ya OSYMyê encaman hîn bibin.

Li gor YKS-2025an kesên ku ezmun qezenc kirine wê di navbera 1-5ê Îlonê da bikaribin qeydên xwe bikin, qeydên elektronîk jî wê di navbera 1-3yê Îlonê da bên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın