ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der barê petrola Herêma Kurdistana Iraqê de ku dê di ser Tirkiyeyê de li bazara navneteweyî belav bibe diyar kir ku heta îro jî daxwaza wan ew e ku pirsgirêk çareser bibe û dê tim helwesta xwe ya erênî jî bidomînin. Yildiz der barê lêgerîna rêyên alternatîf de jî wiha got: "Hûnê di Sûriyeyê de xeta petrolê derbas bikin. Rojekê jî ev xeta petrolê naxebite. Em ji projeyên din re siyanetê nîşan didin. Em bi projeyên xwe re eleqedar dibin. Dikarin di Îsraîl û Sûriyeyê de jî derbas bikin, lê em welatekî bi îstiqrar pêşniyar dikin."
Taner Yildiz endamên Lijneya Rêveberiya Komeleya Pîşesazan ên Amûrên Înşeatê ya Tirkiyeyê (ÎMSAD) qebûl kir û li vir der barê petrola Herêma Kurdistana Iraqê de pirsên rojnamevanan bersivandin.
Wezîr Yildiz di vê mijarê de xebatên dîplomatîk ên ku dimeşînin bîr xist û destnîşan kir ku heta îro jî daxwaza wan ew e ku pirsgirêk çareser bibe û dê tim helwesta xwe ya erênî jî bidomînin.
Yildiz li ser pirsekê diyar kir ku şandina petrola Herêma Kurdistana Iraqê ya ku demek berê dest pê kiribû he jî berdewam dike û petrol tê Ceyhanê.
Yildiz li ser nûçeyên ku dê petrola Herêma Kurdistana Iraqê di ser Sûriye û Îsraîlê de bê şandin de wiha got: "Hûnê di Sûriyeyê de xeta petrolê derbas bikin. Rojekê jî ev xeta petrolê naxebite. Em ji projeyên din re siyanetê nîşan didin. Em bi projeyên xwe re eleqedar dibin. Dikarin di Îsraîl û Sûriyeyê de jî derbas bikin, lê em welatekî bi îstiqrar pêşniyar dikin."