ANKARA
Namzedê Serokatiya Giştî ya AK Partiyê Davutoglu piştî ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan navê wî eşkere kir axivî.
Namzedê Serokatiya Giştî ya AK Partiyê Davutoglu got: "Guhertinên mezin yên ku di van 12 salên dawîn de hatin kirin, dê bê navber bidomin. Tu kes nikare vê meşa pîroz bide sekinandin, hûn dixwazin bira rêxistina paralel be, dixwazin bira bi navên din bin, ew ê di van teşebusan de kadroyên AK Partiyê li hemberî xwe bibînin."
Davutoglu axaftina xwe wiha domand:
"Dewlet û partiyên siyasî ji bo ku mayinde bin divê tim xwe nû bikin, heke xwe nû nekin nikarin bijîn, bimînin. AK Partî wek tevgera nifşekî dest pê kir lê tenê tevgera nifşekî nîne. AK Partî navê berxwedana ji bo heq û dadê tê kirin e. Xwedî bingehek qedîm e û ne bi salan ne jî bi nifşan tê sînor kirin, dê heta hetayê hebe û bijî. Wekî ku birêz Serokomarê me jî bal kişand li ser nûbûnê, divê em tim xwe nû bikin, ji bo partiyan divê xwe nûkirin û pêşketin hebe, ev zarûrî ye."
Davutoglu got ku ji bo wî wek Namzedê Serokatiya Giştî nîşan dan ew bextewar e û wiha dewam kir:
"Berpirsiyariyek dîrokî me hilda ser milên xwe. Bawer im hûnê di vê meşa min a dîrokî de hertim li bal min bin. Ez ê ji we hêz bigrim. Hêvî dikim ku Rebê min di vê meşa pîroz de rê nîşanê min bide û ez ji Rebê xwe niyaz dikim ku ji rêya wî veneqetim. Xwedê zevalê nede dewlet û miletê me, zevalê nede AK Partiyê jî. Lewra îro navê dewlet û AK Partiyê bi hev du re tê zikr kirin. Lewra partiya ku hemû gelê me digihîne hev AK Partî ye. Xwedê di vê rêya pîroz de qewetê bide me û me nede şermê."