Tirkiye

"Em ê alîkariya pera bidin sektorên weke loqinte, restoran û kafeyan ku fealiyetên wan kêm bûn"

Serokomar Erdogan: "Ji ber tevdîrên ku li sektorên weke loqinte, restoran û kafeyan hatin hildan û fealiyetên wan kêm bûn, em ê alîkariya pera bidin dezgehên bazirganî yên ku cîroyan wan a 2019an 3 milyon lire û kêmtir e û bi usûla rastîn bacê didin.

Abdullah Tel  | 27.01.2021 - Rojanekırın : 22.02.2023
"Em ê alîkariya pera bidin sektorên weke loqinte, restoran û kafeyan ku fealiyetên wan kêm bûn"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê alîkariya pera bidin sektorên weke loqinte, restoran û wiha domand: "Ji ber tevdîrên ku li sektorên weke loqinte, restoran û kafeyan hatin hildan û fealiyetên wan kêm bûn, em ê alîkariya pera bidin dezgehên bazirganî yên ku cîroyan wan a 2019an 3 milyon lire û kêmtir e û bi usûla rastîn bacê didin."

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan li navenda giştî ya partiyê bi weşana zindî beşdarî kongreyên 7emîn ên AK Partiyê yên Erzirom û Erzincanê bû.

Erdogan qala aşîkirinê kir û got: "Aşîkirina welatiyan her ku diçe wê zêdetir bibe û înşellah di demeke herî kin da wê bigihêje girseya ku tê hedefkirin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser kesên li hemberî welêt xwedî hişmendiyê ne û wiha domand: "Ji her kesên ku li hemberî welat û miletê xwe berpirsiyariyê hîs dike, tekane hêviya me jê ew e ku wezîfeyên xwe bi heqî cih bîne. Dema ku em wezîfeyên xwe cih tînin, em ne li hemberî welatê xwe ne li hemberî Tifaqa Cumhur ne jî li hemberî AK Partiyê tu hêzê nas nakin."

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan qala Tifaqa Cumhur a bi MHPê ra dewam dike kir û got:"Gruba AK Partiyê bi MHPya ku di Tifaqa Cumhur da şirîkê me ye va lokomotîf û dînamoya Meclisê ye. Heke em pir bixebitin, Meclis jî wê zêdetir hilberînê bike. Heke em xwe bixapînin, fealiyetên Meclisê jî wê kêm bibin."

Serokomar Erdogan mizgînî da esnafan û got: "Emê di demeke nêzîk da pakêtên reformê yên nû yên ku hindik maye amadehiyên wan temam bibe pêşkeşî meclisa xwe bikin. Dema me bi miletê xwe va parve kir ewê bibînin ku ev teklîfên me yên reformê yên ku welatê me bighîhine 2023yan û piştî wê çiqas xurt û girîng in."

Di berdewamiya axaftina xwe da Serokomar Erdogan bal kişand ser daxuyaniyên rêvebirên CHPê û wiha domand:"Rêvebirên CHPyê ji bo ku tacîz, destdirêjî, dizî û bêariya di nav xwe da veşêrin him heqaretê li me û him jî gelê me dikin. Mîna ku kesê sûcdar xwe mafdar derxe tevdigerin. Şûna ku derkevin pêş gelê me lêborînê bixwazin, hesab ji kesên destdirêjî, taciz û dizî kirine bipirsin, bêariyê dikin. Li gor van ji sedî 75ê gel ên ku ray nedane wan milîtan in. Li gor vê hişmendiya nexweş, kesê ku ray nedaye CHPyê ne xwedî şeref û rûmetê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.