25 Îlon 2020•Rojanekirin: 26 Îlon 2020
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank ji bona lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku der barê çalakiyên di 2014an da bi hinceta Kobaniyê hatin kirin da wiha got: "Em bûyerên 6-8ê Cotmehê ku beşa ewil ya plana ku xwestin bi terorê Tirkiyeyê teslîm hildin bûn, em vê bêbextiyê qet ji bîr nakin."
Varank li Diyarbekirê di merasima ji bona vekirina Mekteba Pîşesaziyê hat lidarxistin da axivî.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank ji bona lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku der barê çalakiyên di 2014an da bi hinceta Kobaniyê hatin kirin da wiha got: "Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim. Ji wan wetrê em ê van bûyerên ku bi rojan bajarên me xera kirin û şewitandin, avahiyên dewletê talan kirin û di serî da Yasîn Boru gelek sivîlên me kuştin û berpirsyarên van bûyeran ji bîr bikin, heger wisa wisa bifikirin xwe dixapînin. Em bûyerên 6-8ê Cotmehê ku beşa ewil ya plana ku xwestin bi terorê Tirkiyeyê teslîm hildin bûn, em vê bêbextiyê qet ji bîr nakin."