Tirkiye

Emîne Erdoganê der heqê qeyrana însanî ya li Xezeyê da ji Melanîa Trumpê ra name şand

Emîne Erdoganê ji ber qeyrana însanî ya li Xezeyê ji Melanîa Trumpê ra name şand û diyar kir ku hesasiyeta ji bo şerê li Ukraynayê nîşan dide bila ji bo Xezeyê jî nîşan bide.

Orhan Onur Gemici  | 23.08.2025 - Rojanekırın : 23.08.2025
Emîne Erdoganê der heqê qeyrana însanî ya li Xezeyê da ji Melanîa Trumpê ra name şand

Ankara

Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber qeyrana însanî ya li Xezeyê ji Melanîa Trumpa xanima Serokê Amerîkayê Donald Trump ra name şand û diyar kir ku hesasiyeta ji bo şerê li Ukraynayê nîşan dide bila ji bo Xezeyê jî nîşan bide.

Erdoganê di nameya xwe da bal kişand ser nameya ku Melanîa Trumpê di rojên derbasbûyî da ji Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Putîn ra nivîsîbû û got ku heasiyeta we ya der heqê zarokên Ukraynayê yên bêkes da ji bo dîlan bûye hêvî.

Di nameya xwe da Emîne Erdoganê diyar kir ku hesasiyeta ji bo şerê li Ukraynayê nîşan didin bila ji bo Xezeyê jî nîşan bidin û wiha got, "Ez bawer dikim hesasiyeta ku ji bo 648 zarokên Ukraynayî yên di şer da hatine kuştin tê nîşandan ji bo yên li Xezeyê jî bê nîşandan ku di nava 2 salan da 18 hezar jê zarok 62 hezar sivîlên mesûm li Xezeyê bi hovane hatine kuştin."

Erdoganê diyar kir ku li Xezeyê zilm û komkujiyeke mezin diqewime ku di dîrokê da neqewimiye û wiha got, "Ev nameya ku em tê da ji bo sekinandina qeyrana însanî ya li Xezeyê bang dikin, heger hûn ji Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ra bişînin wê pir baş bibe."

Di nameya xwe da Emîne Erdoganê diyar kir ku hiqûqa navneteweyî ya hatiye bêîtibarkirin divê nirxên hevbeş yên însanî biparêze û got ku divê em li dora rêgezên hevpar bên bal hev.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın