Tirkiye

Ekîbên Mihafezeya Gumrikan di hefteyekê da nêzî tonek û 400 kîlo hişbir bi dest xist

Hülya Ömür Uylaş  | 12.08.2025 - Rojanekırın : 12.08.2025
Ekîbên Mihafezeya Gumrikan di hefteyekê da nêzî tonek û 400 kîlo hişbir bi dest xist

Ankara

 Ekîbên Mihafezeya Gumrikan a Wezareta Bazirganiyê di hefteyeke dawîn da li Edirne, Hekarî û Mêrsînê 4 operasyonên cuda kirin û bi tevahî dest dan ser tonek û 375 kîlo hişbir.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, ekîbên Mihafezeya Gumrikan di çarçoveya xebatên dahûrîna rîsk û hedefan da li deriyên gumrikê yên Kapikule, Esendere û Bendera Mêrsînê 4 operasyonên cuda kirin û derbeyeke giran li bazirganên hişbirê dan.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li Kapikuleya Edirneyê 692 kîlo esrar, li Esendereya Hekariyê di 2 operasyonan da 31 kîlo û 65 kîlo eroîn, li Mêrsînê 587 kîlo esrar hat girtin, di hefteyeke dawîn da 1279 kîlo esrar, 96 kîlo eroîn, bi tevahî tonek û 375 kîlo hişbir hat bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.