Tirkiye

"Eksperesa Diyarbekirê ya Turîstîk" a ku derket sefera xwe ya ewil li Diyarbekirê bi coş hat pêşwazîkirin

Ömer Yasin Ergin  | 20.04.2024 - Rojanekırın : 22.04.2024
"Eksperesa Diyarbekirê ya Turîstîk" a ku derket  sefera xwe ya ewil li Diyarbekirê bi coş hat pêşwazîkirin

Diyarbakir

"Eksperesa Diyarbekirê ya Turîstîk" a ku hu Gara Enqereyê ya dîrokî desr bi sefera xwe ya ewil kir piştî rêwîtiyeke dirêj gihaşt Diyarbekirê.

Trêna "Eksperesa Diyarbekirê ya Turîstîk" a ku duh saet 12.00an da ji Gara Enqereyê ya dîrokî derket rê û kapasîteya wê bi tevahî 180 kes û 9 vagonên bi nîvîn û vagonekî bixwarin pêk tê û rêwiyan karîn ku nirxên dîrokî û çandî û dîmenên tebîetê bibînin.

Trên li bajarên diyar ji bo turîzmê mola dan û hat Diyarbekirê.

Alîkarê Walî Îlyas Ozturk, Midûrê Çandinî û Turîzmê yê Bajêr Sebahattîn Genç, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya û nûnerên saziyên civakî yên sivîl li Gara Diyarbekirê bi kulîlkan pêşwazî li kesên ku bi "Ekspresa Diyarbekirê ya Turîstîk" va hatin bajêr, kirin.

Rêwiyan û endamên protokolê bi dahol û zirneyê govend kirin.

"Ekspersa Diyarbekirê ya Turîstîk" dê sibê saet 12.00an da ber bi Enqereyê va derkeve rê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.