ÎZMİR
Ekrem Kaçarogluyê ku di çalakiya şermezarkirina êrîşên DÎŞIyê de li Îzmirê birîndar bibû, îro di nexweşxaneya ku lê tedawî didît de mir.
Li gor agahiyan Kaçaroglu li taxa Doganlara Bornovayê di 7ê cotmehê de, bi guleyeke ku çavên wî ket ve birîndar bû û ew rakirin nexxweşxaneyê. Kaçarogluyê ku di Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê de tedawî didît îro mir.
Serokatiya Bajêr ê Îzmirê ya HDPyê li ser Twîtterê eşkere kir ku nimêja Ekrem Kaçaroglu dê li Mizgefta Çamkuleyê bê kirin û Kaçaroglu dê li goristana Altindagê bê definkirin.
Bi mirina Kaçaroglu ve, hejmara kesên ku di çalakiyên ji bo êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê şermezar bikin de mirin gihîşte 35an.