Tirkiye

Dîmenên operasyona berterefkirina terorîstê di kategoriya gewr da cih digirt derketin holê

Ji PKKya rêxistina terorê Omer Oranê bi navê "Bager" dihat zanîn û di kategoriya gewr da cih digirt 5 roj berê hat berterefkirin û dîmenên operasyona dijî wî hat kirin, derketin holê

13.02.2020 - Rojanekırın : 14.02.2020
Dîmenên operasyona berterefkirina terorîstê di kategoriya gewr da cih digirt derketin holê

Erzurum

Berpirsê koma Qereyaziya qaşo eyaleta Serhedê ya PKKya rêxistina terorê Omer Oranê bi navê "Bager" dihat zanîn û di lîsteya gewr a terorîstên li wan dihat gerîn da cih digirt, 5 roj berê bi operasyona polêsên hereketa taybet va hat berterefkirin û dîmenên operasyona dijî wî hat kirin, derketin holê.

Midûriyeta Ewlehiya Erziromê ji bo Omer Oranê ku di gelek çalakiyên çekdarî yên PKKya rêxistina terorê da cih girtibû bê qefaltin di bin banê xwe da tîmeke taybet ava kir.

Ekîba taybet ji bo qefaltina Oran bi qasî 3 mehan kar û xebatên bi hûr û kur birin serî û 5 roj berê tespîtkirin ku endamê rêxistinê li taxeke ser Qereyaziyê xwe veşartiye. Li ser vê agahiyê tîma hereketa taybet a jendermeyan sewqî cihê herêmê kirin.

Gri kategorideki teröristin etkisiz hale getirildiği operasyonun görüntüleri ortaya çıktı

Germahiya hewayê ya ku di bin sifirê da heta 30 pileyî daketibû ji bo destpêkirina operasyonê li dor û bera ku endamê rêxistinê xwe lê veşartibû tewdîrên ewlehiyê hatin hildan.

- Li hemberî bangeqaziya "Teslîm bibe" derket û gule berda

Ekîbên ewlehiyê bang kirin ku bila Oran teslîm bibe lê wî bombeya dest avêt û destê polêsekî zirar dît û birîndar bû.

Terorîst ji cihê ku lê bû derket û xwe li pişt dîwaran veşart û bi çeka lûledirêj va gule berî hêzên ewlehiyê da û şer derket. Polêsên hereketa taybet di pevçûnê da ew berteref kirin.

Ji ser qaşo berpirsê koma Qereyaziya eyaleta Serhedê yê PKKya rêxistina terorê Omer Oranê bi navê "Bager" dihat zanîn û di lîsteya gewr a terorîstên li wan dihat gerîn da cih digirt û ji bo qefaltina wî 500 hezar lire wê xelat bihata dayîn, tivingeke M-16yê, 4 şarjor, bombeyeke destan, dûrbîn, makîneya wênekişandinê û 2 lênûskên biçûk derketin.

- Dema şer deqe bi deqe bi qamerayê hat qeydkirin

Operasyona ku terorîst Omer Oran tê da hat berterefkirin deqe bi deqe bi qamerayê hat kişandin û ekîba AAyê xwe gihand demên şer û pevçûnê ya di bin berfê da qewimî.

Hat hînbûn ku rewşa polêsê birîndar bûbû baş e.

Derket holê ku terorîst Oran di 6ê Berfanbara 2019an da li Tutaka navçeya Agiriyê jî tevlî pevçûna 5 esker birîndar bûbûn û 4 endamên PKKya rêxistina terorê hatibûn berterefkirin bûye û bi zorê xwe xilas kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.