Tirkiye

Dîmenê xaniyê roket lê ket hat kişandin

Li Ceylanpinarê dîmenên xaniyê bombeya tê nirxandin ji Sûriyeyê hatiye avêtin lê ketibû hatin kişandin

Haydar Şahin  | 23.07.2019 - Rojanekırın : 24.07.2019
Dîmenê xaniyê roket lê ket hat kişandin

Şanlıurfa

Li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê dîmenên xaniyê bombeya tê nirxandin ji Sûriyeyê hatiye avêtin lê ketibû hatin kişandin.

Wezareta Parastina Neteweyî der heqê roketa ku li Şanliurfayê ket da daxuyanî da

Ekîban li mala li Taxa Turgut Ozal lêkolîn kirin û piştî xebatan ji dewsa bûyerê veqetiyan.

Hat dîtin ku arîgê mala Yusuf Atan a roket lê ketibû qul bûye û camên wê şikestine. Di dîmenan da cam û bêtone di ser hewşa malê da ketibûn û îskanên çayê balê dikişînin.

Şewata piçûk a piştî teqînê çêbibû jî bi destê ekîbên agirkujiyê hat temirandin.

Ahmet Atanê pismamê xwediyê malê yê ku birîndar bû diyar kir ku dengê teqînê bihîstin û dîtin ku deng ji mala pismamê wî tê û li ser vê çûn wê derê.

Atan diyar kir ku li malê pismamê wî û mêvanên wî hebûn û wiha axivî: "Bombeya ji Sûriyeyê hat avêtin li malê ket. Wê çaxê Yusuf û mêvanên wî çay vedixwarin û dengê teqînê hat. Wê çaxê xanim, zarok û bûrayên wî li malê bûne. Ji bo birîndaran ambulans hat û ew birin. Şikur rewşa wan baş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın