Tirkiye

Duçerxvanê Mêrdînî bû şampiyonê Tirkiyeyê

Werzişvanê tîma Duçerxê ya Şaredariya Bajarê Mezin Mêrdînê Veysel Gulmez bû Şampiyonê Tirkiyeyê

Önder Beyter  | 23.07.2018 - Rojanekırın : 25.07.2018
Duçerxvanê Mêrdînî bû şampiyonê Tirkiyeyê

Mardin

MARDÎN 

Werzişvanê tîma Duçerxê ya Şaredariya Bajarê Mezin Mêrdînê Veysel Gulmez di Şampiyonaya Duçerxa Çiya ya Tirkiyeyê da bû Şampiyonê Tirkiyeyê.

Wekilê Şaredarê Bajarê Mezin Mêrdînê Walî Mustafa Yaman di daxuyaniya xwe da diyar kir ku şaredarî encamên alîkariya ku dide werziş û werzişvanan werdigire.

- "Tîmên me ji serkeftinekê berê xwe didin serkeftineke din"

Yaman bal kişand ku ew alîkariyê didin werzişên amator û wiha dewam kir:

"Şaredariya Bajarê Mezin bi awayekî bi lîsans hezar werzişvan kirin bin sîwana xwe. Werzişvanên me di branşên cuda da di fitbol, hentbol, voleybol, atletîzm, duçerx û melevaniyê da ji serkeftinekê berê xwe didin serkeftineke din. Werzişvanê Tîma Duçexê Veysel Gulmez di Şampiyonaya Duçerxa Çiya ya Tirkiyeyê da bû Şampiyonê Tirkiyeyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.