Tirkiye

Du kuleyên sondajê yên neftê yên xwemalî li Şirnexê dest bi xebatê kirin

Gülşen Çağatay  | 27.08.2025 - Rojanekırın : 27.08.2025
Du kuleyên sondajê yên neftê yên xwemalî li Şirnexê dest bi xebatê kirin

Ankara

 Du kuleyên sondajê yên neftê yên nû û xwemalî, Seyît Onbaşi û Naîm Suleymanoglu, li Şirnexê dest bi sondajê kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî, lêgerîn û hilberîna çavkaniyên vejenê yên neteweyî yên ji bo ku li ser aboriya welêt bên zêdekirin, dewam dikin.

Hat gotin di heman demê da hewl tê dayîn ku alavên di hilberînê da tên bikaranîn jî bên bicîkirin.

Di vê çarçoveyê da li gorî peymana di navbera Şirketa Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) û Turkish Petroleum International AŞ. (TPIC) da hatiye îmzekirin, biryar hat dayîn ku du kuleyên sondajê yên nû yên xwemalî ji bo TPICê bên kirîn.

Li ser vê, du şirketên navxweyî û zanîngehekê ji bo sêwirandin, nivîsbarî û çêkirinê bi çavkaniyên xwe yên xwemalî va gav avêtin.

Piştî temamkirina xebatê, kuleyên "Seyît Onbaşi" û "Naîm Suleymanoglu" hatin çêkirin.

Bi vî awayî piştî Koca Yusuf TP1500î du kuleyên sondajê yên nû li ser envantera kuleya vejenê hatin zêdekirin.

- Kapasîteya sondajê 5000 mêtro ye

Her du kule jî xwedî kapasîteya sondajê ya 5000 mêtro ne.

Bilindahiya kuleyan tevahî 43.2 mêtro ye û bilindahiya wan a maseyê jî 7.6 mêtro ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın