Tirkiye

Du fezlekeyên der heqê Guzel a HDPyî da wê li Komîsyona Têkel va wê bê niqaşkirin

Sinan Uslu  | 12.01.2022 - Rojanekırın : 13.01.2022
Du fezlekeyên der heqê Guzel a HDPyî da wê li Komîsyona Têkel va wê bê niqaşkirin

TBMM

 Komîsyona Têkel a ji endamên Lijneya Endamên Komîsyona Dad û Destûra Bingehîn a Meclisê hatiye avakirin, di 20ê Rêbendanê da wê du fezlekeyên der heqê Parlementera HDPyê Semra Guzel da ku ji ber endamtiya terorê hatine amadekirin, qise bikin.

Ji bo rakirina parêzbendiya Guzel a ku bi terorîstê PKKyî yê kuştî ra wêneyê wê di çapemeniyê da weşiyabû fezleke hatibû amadekirin û pêşkêşî Meclisê hatibû kirin. Ji bo rakirina parêzbendiya Guzelê ev fezlekeya 34emîne ku hatiye amadekirin.

Bekîr Bozdagê Serokê Komîsyona Têkel a ji endamên Lijneya Endamên Komîsyona Dad û Destûra Bingehîn a Meclisê hatiye avakirin bangî Komîsyona Têkel kir ki bila di 20ê Rêbendanê roja pêncşemiyê saet 11.00yî da bên bal hev û li ser du fezlekeyên der heqê Guzelê da ku yek jê di sala 2019an da hatibû amadekirin, biaxivin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın