Tirkiye

Drona çekdar Bayraktar TB3yê di tetbîqata NATOyê da şiyana xwe nîşan da

Firdevs Bulut Kartal  | 15.02.2026 - Rojanekırın : 15.02.2026
Drona çekdar Bayraktar TB3yê di tetbîqata NATOyê da şiyana xwe nîşan da

Ankara

 Drona çekdar Bayraktar TB3 di çarçoveya tetbîqata Steadfast Dart 2026 ya NATOyê da peywira xwe ya operasyonel a yekem a li dervayî welêt bi serkeftî bi cih anî.

Li gorî daxuyaniya Baykarê, pîşesaziya parastina Tirk di hewageriya deryayî da pêngaveke din jî bi serkeftî kuta kir. Di qonaxa deryayê ya tetbîqata Steadfast Dart 2026 ya NATOyê da drona çekdar Bayraktar TB3 ya li ser TCG ANADOLUyê, bi şiyana xwe ya firîna otonom a ji pîsta kurt û bi hêza xwe ya îsabetê va careke din serkeftina xwe nîşan da.

Bayraktar TB3ya ku di çarçoveya tetbîqatê da li ser keştiyê bicihkirî bû û ji pîsta kurt bêyî pirsgirêk firiya, li dijî hedefa li ser avê MAM-Lyên xwe agir kirin û hedef bi îsabeta tam îmhe kirin. Eskerên welatên beşdarên tetbîqatê, piştî îmhekirina hedefên deryayî a ji hêla drona çekdar a neteweyî, nota tam dan. Drona çekdar Bayraktar TB3 piştî ku hedefên deryayî bi îsabeta tam îmhe kirin, bi awayekî ewle danî ser TCG ANADOLUyê û fealiyet bi serkeftî kuta kir.

- Xwenîşandana operasyonel a ewil a li dervayî welêt

Bayraktar TB3 ku li dinyayê drona çekdar a ewil e ku ji keştiyên pîstkurt dikare rabe-dayne û operasyonê pêk bîne, ev fealiyeta xwe li dervayî welêt ji bo cara yekem pêk anî û lewma jî ev xusûs, giringiya wê ya stratejîk heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın