Dadgeha Cezayê Giran ya 6an a Vanê di doza KCKyê de 7 bersûc tehliye kir. Di nav yên ku hatin tehliyekirin de Serokê Meclisa Giştî ya Bajêr a Vane Semîra Varli jî heye.
Serokê Meclisa Giştî ya Bajêr a Wanê Semîra Varli, Serokê Şaredariya Çelebîbagê Veysel Keser û hin rêveberên BDPyê di doza endamiya PKK/KCKê de tên darizandin. Doz di rûniştina 6an ya celseya yekemîn de hat dîtin.
Danişînê 12 saetan berdewam kir. Ji dû îfadeyan re ji parêzerên bersûcan Cuneyt Canîs axivî û diyar kir ku di doznameyê de endamiya partiya siyasî wek îlegal tê nirxandin û saziyên ku xebat lê hatine çêkirin jî wek saziyên dereqanûn tên wesfandin. Hemû xebatên ku hatine kirin daxwazên demokratîk û dadmendî ne.
7 bersûcên ku Semîra Varli jî di nav de ye ji bo negirtî bên darizadin hatin tehliyekirin. Der heq 8 bersûcan de jî biryara dewamiya girtîmayînê hat dayin.