Tirkiye

DMMyê îdiayên ku dibêjin "Tirkiye koma Durzî ya li Sûriyeyê hedef digire" derewand

Semih Erdoğdu  | 20.07.2025 - Rojanekırın : 21.07.2025
DMMyê îdiayên ku dibêjin "Tirkiye koma Durzî ya li Sûriyeyê hedef digire" derewand

Ankara

Navenda Têkoşîna Dijî Dezenformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê (DMM) daxuyand îdiayên ku dibêjin "Tirkiye koma Durzî ya li Sûriyeyê hedef digire" ne rast in.

Di daxuyaniya DMMyê da hat gotin ku naverokên provokatîf yên di hin medyayê da cî digirin û îdia dikin ku "Tirkiye koma Durzî ya li Sûriyeyê dijî hedef digire" bi awayekî rêk û pêk tên belavkirin.

Daxuyaniyê teqez kir ku îdiayên bi vî rengî xebatên dezenformasyonê yên eşkere ne û armanc ew e ku siyaseta derva ya Tirkiyeyê ya ku li ser bingeha mirovî ye xirab bê nîşandan.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Tirkiye li ser bingeha rêzgirtina mafên mirovan û pabendiya hiqûqa navneteweyî polîtîkayeke derva ya aştî û aramiya herêmî dide ber çav bi biryar û rêbazî dimeşîne. Tirkiye di her fersendê da piştgiriyê dide yekîtiya siyasî, serwerî û yekparebûna axa Sûriyeyê ku di nêrîna wê da cudakariya nijadî, olî an jî mezhebî tune. Ya ku bingehîn ew e ku rûmeta mirovan û mafên bingehîn bên parastin. Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyên xwe yên der barê polîtîkaya Sûriyeyê da her tim û bi eşkere cudakariya li ser bingeha nasnameyên etnîkî an jî mezhebî red kiriye. Ev helwest tenê bi devkî nemaye û her wiha ji hemû çalakiyên alîkariya mirovî û hewldanên dîplomatîk ên li qadê ra jî rêbertî kiriye."

- "Ji van hewldanên bi vî rengî ra bi tu awayî prîm nayê dayîn"

Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku ji destpêka krîza Sûriyeyê û vir va bêyî ferq û cudahî reftar li hemû Sûriyeyiyên derbederbûyî hat kirin û her wiha alîkariyên mirovî û bernameyên piştgiriya civakî bi awayê ku hemû koman vehewîne hatin meşandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Cudakarî ji bo tu komeke Sûriyeyî nehatiye kirin, mezheb û nijada wan çi dibe bira bibe, miemeleya wekhev li herkesî hatiye kirin. Ji aliyekî din va ew yek bi eşkereyî li ber çavan e ku yên li dijî Tirkiyeyê van bûxtanên bêbingeh tînin ziman, li pey propagandaya reş in û dixwazin di nava komên dînî û demografîk ên herêmê da aloziyan derxin. Tirkiye bi biryardarî di cîbicîanîna berpirsiyariyên xwe yên ji bo aştî, îstiqrar û yekparebûna civakî yên herêmê da berdewam e. Li dijî çalakiyên cudakar ên gefê li yekîtiya siyasî, serwerî û yekparebûna axa Sûriyeyê dixwin û her wiha li dijî senaryoyên pevçûna li ser bingeha mezhebî, helwesteke zelal tê nîşandan û ji van hewldanên bi vî rengî ra bi tu awayî prîm nayê dayîn."

Navenda Têkoşîna Dijî Dezenformasyonê her wisa bal kişand ku ew, agahdarkirina raya giştî ya neteweyî û navneteweyî ya li ber roniya rastiyan didomînin û divê tu kes baweriya xwe bi agahiyên nerast û yên mexsûs hatine hilberandin neyne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın