ANKARA
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji malpera înternetê a Wezaretiya Edaletê berhev kiriye DMMEyê ji ber ku rêyên hiqûqa hundirîn nehatine bikaranîn 674 serlêdanên ku ji Tirkiyeyê hatine kirin qebûl nekir. Serlêdanên ku hatin redkirin îda dikin ku darizandin di maweya xwe ya diyarkirî de nabin û der heq biryarên dadgehên mehelî de ne.
DMMEyê di biryarên xwe da destnîşan kir ew serlêdanên dibêjin li Tirkiyeyê darizandin di maweya xwe ya diyarkirî de nabin û der heq îcrakirina biryarên dadgehên mehelî de ne, divê ku pêşiyê serî li Komîsyona Tezmînatê ya Mafên Mirovan bixin.
DMMEyê heta niha 2 hezar 216 serlêdanên der barê Tirkiyeyê de betal kiriye.