ÎZMIR
Şaredarê Îzmirê Azîz Kocaoglu bi navê "@bskazizkocaoglu" di Twîtterê de bi awayê ku berê jî hatibû îlankirin bi qasî saetekê guh da pêşniyaz, nêrîn û rexneyên şopînerên xwe û bersiva pirsên wan da.
Azîz Kocaoglu diyar kir ku bi ewilîn " hevdîtina Twîtter"ê ji bo demokrasiya beşdarî gaveke nû û girîng avêt û ev nêrînên xwe par ve kir: "Xizmet û projeyên ku hûn dixwazin li Îzmirê bên kirin, bi navbeynkariya malpera me û navnîşanên me yên li çapemeniya civakî ragihînin me. Bila pêşniyarên we di Plana Stratejîk ya Îzmirê de cî bigire. Bila şopa we li Îzmirê xuya bike."
Kocaoglu di serdana xwe ya Diyarbekirê de gotibû ku dê Diyarbekir di Fuara Enternesyonel ya Îzmirê de bibe mêvanê rûmetê. Ji Kocaoglu pêknehatina vê yekê hat pirsîn. Kocaoglu jî got ku min biryar da. Min guh neda tu kesî, guh da dengê dilê xwe. Ez di heman fikrê de me. Me bi şaredar Osman Baydemîr re hevdîtin kir û biryareke hevpar da. Emê bajarê Diyarbekirê wek mêvanê rûmetê di Fuara Enternesayonal ya 2014an de biezimînin.