ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu der barê operasyona ku navenda wê Stenbol e de wiha got: "Heke em demekê li ser bifikirin û hewl nedin bibin aktorekî vê wêneyê, wê demê em ê bibînin ku divê em analîzên binecih bikin."
Davutoglu li ser televîzyona Kanal 7yê bersiv da pirsên der heqê rojevê de. Davutoglu diyar kir ku mesele, meseleyeke 12 rojî nîne û wiha dewam kir: "Dema mirov baş meseleyê binirxîne, mirov dê bibîne ku em di qoxaneke girîng de ne û ev qonax bi têkiliya binyadeke cimaetî û civaka sivîl a modern derdikeve holê."
Davutoglu anî ziman ku heke mirov di çarçoveya têkiliyên navbera dewlet-sivîl-civak û têkiliya cimaetê de an jî di çarçoveya têkiliya navbera siyaset û daraz û birêvebirinê de li mijarê binêre, mirov bi awayekî eşkere dê bibîne ku divê analîzên gelek saxlemtir bên kirin.
- Dewlet dê dewletbûna xwe bizane, civaka sivîl jî dê wek civakeke sivîl tevbigere
Davutoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di 10 salên dawîn de tiştên wisa hatin kirin ku dê pêşeroja Tirkiyeyê ya sed salên din diyar bike û got divê her kes cihê xwe bizane. Lewra li Tirkiyeyê dînamîk û pêşketineke wisa heye ku yê cihê xwe nezane dê bêhemdê xwe ji holê rabe. Niha hewl didin ku ev pêşketin û xîreta Tirkiyeyê xira bikin û kaosê derxin. Bila her kes bizane ku ev helwesteke pir bitalûke ye.