Dijî endamên FETOyê yên di zanîngehan da operasyon
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna dijî endamên FETOyê yên di zanîngehan da ji bona 21 kesî biryara binçavkirinê derxist.
Ankara
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di zanîngehan da ji bona 21 kesî biryara binçavkirinê derxist.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji 21 kesên ku der barê wan da biryara binçavkirinê derxistin 10 kes li Enqere, Erzirom, Kahramanmaraş, Karabuk, Uşak, Agirî, Stenbol, Antalya, Kutahya, Kocaelî û Hatayê hatin binçavkirin û ji bona binçavkirina kesên din xebatên ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.