Tirkiye

Digel zehmetiyên erdnîgariyê operasyonên Pençe-Şîmşek û Pençe-Yildirimê dewam dikin

Hamdi Çelikbaş  | 07.05.2021 - Rojanekırın : 07.05.2021
Digel zehmetiyên erdnîgariyê operasyonên Pençe-Şîmşek û Pençe-Yildirimê dewam dikin

Ankara

ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku operasyonên Pençe-Şîmşek û Pençe-Yildirimê yên li bakurê Iraqê dest pê kiribûn digel zor û zehmetiya şert û mercên hewa û erdnîgariyê dewam dikin.

Wezaretê ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û tê da got: "Mehmetçikê egît û cangorî digel zor û zehmetiya şert û mercên hewayê û erdnîgariyê operasyonên Pençe-Şîmşek û Pençe-Yildirimê yên li bakurê Iraqê dest pê kiribûn, didomîne."

Di vîdeoya ji ser hesabê medyaya civakî hat weşandin da tê dîtin ku tîmeke bikamuflaj di nav ba û bagerê û lêdana ewr û brûskan da çavdêriyê dike. Di peyama weşiya da wiha hat gotin: "Di her şert û mercî da heta ku li herêmê yek terorîstek nemîne em ê têkevin qûl û bexşên wan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.