Elif Orhan
11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2015
Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê da zanîn ku jimara kesên ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê de mirin ji saet 23.10an ve 95 kes e. Navê 52 kesên ku di êrîşa terorê de mirin jî hat eşkerekirin.
Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê diyar kir ku pêvajoya lêpirsînê ya ku piştî êrîşên bibombe yên ku li ber Gara Trênê ya Enqereyê di saet 10.04an de qewimî dan despêkirin berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo tespîtkirina mîhraqên ku êrîş kirin û ji bo ku demildest bên darizandin xebat tên kirin û wiha hat gotin:
"10 Cotmehê ji saet 23.10an ve di encama êrîşa menfûr de 48 jê di unîteya nexweşiyên giran de 246 welatiyên me tên dermankirin. Di bûyerê de 95 welatiyên me mirine. Li tevahiya Enqereyê di 29 nexweşxaneyan de hemû yekîneyên me di teyaqûzê de li ser peywira xwe ne. Li hember îxtimala neqla nexweşên acîl 5 ambûlansên firoke û balafireke ambûlans bi awayekî amade li bendê ye. Ji dema teqînê ve 57 ambûlansên me xebitîne. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê miameleyên tespîtkirina nasnameyên welatiyên me yên ku mirin û otopsiya wan dike. Di vê çarçoveyê de cenazeyên ku miameleyên wan ên otopsiyê diqedin bêyî ku derengî bêxin demildest teslîmê malbatên wan dikin. 10 cenaze teslîmê malbatên wan kirine."
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin "Ji bo ku êşa ku tê hîskirin bê kêmkirin û cenazeyan teslîmê malbatên an bikin hemû yekîneyên dewleta me gelekî hewl didin. Navenda Kordînasyonê ya Serokwezîriyê dê daxuyaniyên hewcedar bike. Xwedê car din rehma xwe li welatiyên me yên ku mirin bike, şifaya xêrê bide birîndaran."
-Kesên ku nasnameyên wan hatin tespîtkirin û otopsiya wan hat temamkirin
Navê 52 kesên ku dozgeriyê nasnameyên wan tespît kir û miameleyên wan ên otopsiyê temam bûn û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê navê wan ragihand navenda kordînasyonê ev in:
"Abdulkadîr Uyan, Metîn Kurklu, Gokhan Akman, Orhan Işiktaş, Yilmaz Elmascan, Gokmen Dalmaç, Elîf Kanlioglu, Hakan Dursun Akalin, Ersîn Adsiz, Ayşe Denîz, Fatma Esen, Gulbahar Aydenîz, Eren Akin, Canberk Bakiş, Nîzamettîn Bagcı, Kasim Otur, Başak Sîdar Çevîk, Resul Yanar, Mehmet Alî Kiliç, Tekîn Arslan, Sezen Vurmaz, Dîlaver Kaharman, Umut Tan, Dîlan Sarikaya, Alî Kîtapçi, Îsmaîl Kizilçay, Muhammet Demîr, Korkmaz Tetîk, Onur Tan, Osman Erbasan, Emîne Ercan, Vedat Erkan, Seyhan Yaylagul, Vahdettîn Ozgan, Selîm Ors, Alî Denîz Uzatmaz, Fîrdevs Tat Dalmaç, Vedat Erkan, Gunay Dogan, Berna Koç, Meryem Bulut, Bînalî Korkmaz, Feyyaz Denîz, Mehmet Zakîr Karabulut, Dîcle Delî, Leyla Çîçek, Ebru Mavî, Ziya Saygin, Metîn Peşman, Mesut Mak, Haci Kivrak û Gozde Arslan."